Sanda HDPê, li Bexdayê ligel Berhem Salih civiya
PeyamaKurd-Serokomarê Iraqê Berhem Salih, îro li Bexdayê ligel şandeke Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) civiya. Ji hesabê fermî yê HDPê hat ragihandin ku şanda HDPê, ji bo serlêdanên fermî derbasî Bexdayê bûye û hevdîtinên bi Berhem Salih re bi awayê erênî derbas bûne.
Parlementerê Wanê yê HDPê Sezaî Temellî û Alîkara Hevseroka Giştî ya Berpirsa Komîsyona Karên Derve ya HDPê Feleknas Ûca, îro li Bexdayê, ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih civiyan. Li gorî ragihandina rayedarên HDPê, hevdîtinên hatine kirin, erênî derbas bûne.
Serokomariya Iraqê, di derbarê naveroka hevdîtinê de heta niha agahiyek parve nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin