Sanda HDPê li Silêmaniyê bi Berhem Salih re civiya

09 September 2019 15:37 0 dîtin
Sanda HDPê li Silêmaniyê bi Berhem Salih re civiya

PeyamaKurd – Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongra Civaka Demokratîk (KCD) piştî serdana du rojî ya Hewlêrê îro derbasî Silêmaniyê bû û li wir dest bi hevdîtinên ligel aliyên siyasî kir.

Şanda HDPê li Silêmaniyê bi Serokomarê Iraq Berhem Salih re civiya. Piştî hevdîtina ligel Berhem Salih ti daxuyaniyek nehat dayîn.

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî li ser serdanên herêma Kurdistanê da xuyakirin ku gelekî baş derbas bûne û got, “Mijarên ku em li ser axivîne gelekî girîng in. Kêşeyên Tirkiyê bi Başûr û Rojava re hene ku ev jî pirsgirêkê kûrtir dike. Bingeha van pirsgirêkan siyasî, aborî û civakî ye. Ji bo ev pirsgirêk bên çareserkirin pêwîste ji polîtakiyên şer, înkar û îmhayê vegerin. Divê em hemû bi hev re têbikoşin û çareseriyê bipêş bixin. Divê em di çareseriya demokratîk de israr bikin û piştevaniya vê îradeyê bikin.”