Sanda Hikûmeta Kurdistanê bi Berhem Salih re civiya

20 April 2020 15:52 0 dîtin
Sanda Hikûmeta Kurdistanê bi Berhem Salih re civiya

PeyamaKurd – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku serdana xwe ya Bexdayê berdewam dike, îro 20ê Nîsanê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re civiya.

Nivîsgeha Serokomariya Iraqê ragihand, Serokomarê Iraqê Berhem Salih bi şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi seroktiya Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab re hevdîtinek pêk anî.

Hat diyarkirin ku Berhem Salih û Şanda Kurdistanê li ser avakirina kabîneya hikûmeta nû girîngiya danûstandin û dîyaloga navbera hemû aliyên siyasî anîne ziman û xwestina pirsgirêkên navbera Bexda-Hewlêrê jî werin çareserkirin.

Herwiha di hevdîtinê de, têkoşîna rûbirûbûna vîrusa koronayê hatiye gotûbêjkirin û hatiye diyarkirin ku bi rêkar û fermanên tîmên tenduristiyê pabend bin.