Sanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ligel Wezareta Petrola Iraqê civiya

19 February 2023 22:00 0 dîtin
Sanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ligel Wezareta Petrola Iraqê civiya

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro serdana Bexdayê kir û ji bo gotûbêjkirina projeyasaya yasaya petrol û gaze, ligel Wezareta Petrolê ya Iraqê, civînek li dar xist.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji Wezîrê Darayî û Aborî Awat Cenab Nûrî ku serokê şandeyê ye, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omîd Sebah, Wezîrê Samanên Sirûştî yê bi wekalet Kemal Mihemed, Serokê Fermangeha Hevahengî û Pêdeçûnê Ebdulhekîm Xesrew, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Bexdayê û Rêveberê Giştî yê Wezareta Samanên Sirûştî Fares Îsa û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil pêk tê.

Hat diyarkirin ku di civîna navborî de Wezîrê Petrolê yê Iraqa Federal, herdu cîgirên wî û Rêveberên Giştî yên Wezareta Petrolê cih girtiye.

Beriya niha bi çend rojan di 13ê Sibatê de şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiribû û li ser mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û amadekirina projeyasaya petrol û gazê civîn hatibû kirin.