Sanda danûstandinan a Herêma Kurdistanê ligel kompanyayên petrol û gazê civiya

11 December 2023 11:58 0 dîtin
Sanda danûstandinan a Herêma Kurdistanê ligel kompanyayên petrol û gazê civiya

PeyamaKurd – Şanda danûstandinan a Herêma Kurdistanê li ser destpêkirina hinartina petrolê ligel kompanyayên petrol û gazê civiya.

Do Yekşemê 10.12.2023, şanda danûstandinan a Herêma Kurdistanê û şanda bilind a Wezareta Çavkaniyên Xwezayî li avahiya Encûmena Wezîran ligel kompanyayên petrol û gazê civiyan.

Di civînê de ku behsa pêşhatên dawî yên danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê yên derbarê qanûnên budçe û petrolê de hate kirin, pêngavên hikûmetê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatin nirxandin.

Di civînê de ku tekezî li ser niyeta Herêma Kurdistanê ya ji bo çareseriyê hate kirin, hate gotin ku hikûmetê tişta ji destê wê hat kirin kir.

Di civînê de daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina hinartina petrolê di zûtirîn dem de hate tekezkirin û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ev yek jî pêwîst e hemû aliyan li ser xerciyên berhemanîn û veguhestina petrolê bi hev têgihîştinek hebe.

Di civînê de, zehmetiyên ku di van salên dawî de ji aliyê şîrketên petrolê ve rû bi rû mane û ji ber rewşa aborî ji bo wan hatine afirandin, hatin gotûbêjkirin. Di berdewamiya axaftinên xwe de balkişand li ser berxwedana kompanyayan û balkişand li ser wê yekê ku karê wan bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re li hember astengiyên heyî zêdetir serkeftî be.

Herwiha biryar hat dayîn ku civînên bi vî rengî yên hevbeş ji bo ji nû ve destpêkirina hinartina petrolê berdewam bin, ku wê roleke girîng di vejandina aboriya Herêma Kurdistanê û Iraqê de hebe.