Sûdanî: Em ê zêdetir pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin

27 September 2024 11:41 0 dîtin
Sûdanî: Em ê zêdetir pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin

PeyamaKurd – Sûdanî diyar kir ku ew xwe ji bo hilbijartinên dewra şeşan a Parlamentoya Kurdistanê amade dikin û tekez jî li ser wê yekê kir ku ji bo bihêzkirina pêwendiyên ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê berdewam bin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî di axaftina xwe ya li 79emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê da diyar kir ku hemû hewldanên wî ji bo xurtkirina pêvajoya demokratîk a Iraqê ne.

Sûdanî bal kişande ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku biryar e di 20ê Cotmehê de bên lidarxistin, Sûdanî diyar kir ku niha di qonaxa amadekariyê de ne ji bo hilbijartinên dewra şeşan a Parlamentoya Kurdistanê û got, "Wek ku di Destûra Iraqê de hatiye diyarkirin, hewlên me yên bihêzkirina peywendiyan e. Di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de berdewam in.”

Derbarê hebûna rêxistina terorîst a DAIŞê li Iraqê, Sûdanî ev daxuyanî da.

“DAIŞ ji sê parên axa Iraqê dagir kiribû û gelek çavdêran bawer dikirin ku Iraq bi dawî bûye. Lê Iraqa îroyîn planeke berfireh a geşbûnê dibîne, jiyan vedigere bajaran, em binesaziyê ji nû ve ava dikin û ewlehiyê dabîn dikin.”