Zêdetirî 30 sal e Amerîka pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê didomîne

10 November 2024 19:29 0 dîtin
Zêdetirî 30 sal e Amerîka pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê didomîne

PeyamaKurd – Di dema ku zêdetirî sî sal in têkiliyên navbera Kurdan û DYAyê bênavber pêşve diçin, di demên cuda yên serokatiya DYAyê de piştgiriya ku ji Kurdan re tê dayîn diguhere.

Nêrînên serokên Amerîka yên derbarê Herêma Kurdistanê û Kurdan de;

Li Herêma Kurdistanê di serdema George H. W. Bush (1989-1993) de herêma qedexeya firînê hat ragihandin. Piştî biryarê ji aliyê xelkê Kurdistanê ve bi nasnavê “Hacî Buş” lê hatibû rexnekirin ku bi lez û bez bertek nîşan nedaye.

Bill Clinton (1993-2001) sîyaseta Bush ya piştgirîya Kurdan berdewam kir. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di serdema Bill Clinton de jî hat naskirin. Di heman demê de alîkariya bidawîkirina şerê navxweyî û aramkirina wê kir.

Rêvebiriya George W. Bush (2001-2009) piştî Seddam Huseyn jî piştgirî da Kurdan. Piştî sala 2003an bandora Kurdan li Iraqê zêde bû.

Barack Obama (2009-2017) di şerê li dijî terorê de piştgirî da Herêma Kurdistanê. Wî teşwîq kir ku danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam bin, lê rexne li wî hat kirin ku ew bi têra xwe xîret li ser pirsa Kurdî nake.

Donald Trump (2017-2021) di şerê li dijî DAIŞê de piştgirî da Pêşmerge. Ji ber guhnedana dagirkirina Kerkûkê tê rexnekirin.

Joe Biden (2021-Niha) piştgiriya Amerîka ji bo Kurdan dubare kir. Herwiha balkişand li ser rola Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de û li ser alîkariyên leşkerî û darayî yên Herêma Kurdistanê berdewam in.