Romanowski: “Destkeftiyên pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê dualî ne”
PeyamaKurd – Balyoza Amerîka ya li Iraqê Alina Romanowskiyê ragihand ku Herêma Kurdistanê mînaka demokrasiyê ye û got, “Avakirina konsulxaneyeke mezin a li Hewlêrê nîşana pabendbûna Amerîkayê ya bi pêwendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê ye.”
Foruma sala 2024ê ya Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) ya bi sernavê “Ber Rêvebiriya Baş û Serkeftinê” îro sêşemî 29.10.2024 li bajarê Hewlêrê dest pê kir û dê du rojan berdewam bike.
Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Romanowski di wê forumê de beşdar bû û got: “Herêma Kurdistanê çavkaniya beşeke berçav a bazirganî û sermayeguzariyên amerîkî ya li seranserê Iraqê ye û nimûneyeke demokrasiyê ye ku li Iraqê ku dikare pêş bikeve. Hilbijartinên 20ê mijdarê jî ev yek îspat kir. Lewma peywendiya Amerîka û Herêma Kurdistanê ne yekalî, dualî ne.”
Romanowskiyê têkildarî têkoşîna li dijî terorê ev daxuyanî da û got: “Der barê Iraqê de, em beşdarî êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê nebûne. Kontrola me ya esmanê Iraqê nîne.”
Di berdewama daxuyaniyê xwe de derbirî, “Hêzên ewlekariya Iraqê û di nav wan de hêzên Kurdistanî, di şerê li dijî DAIŞê de ku beriya 10 salan hêzên amerîkî ji bo wê şandibûn, pêşkeftinên baş bi dest xistine. Em dixwazin hemû hêzên Iraqê di bin kontrola Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar de bin.”
Balyoza Amerîka ya li Iraqê wekî din jî anî zimên ku “Iraq di aramiya herêmê de xwedî roleke girîng e. Em dixwazin ku ew aram û serbixwe be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin