Nêçîrvan Barzanî û David Berker pêwendiyên ligel Amerîkayê gotûbêj kirin

03 June 2024 08:36 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û David Berker pêwendiyên ligel Amerîkayê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Karmendê Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê David Berker doh pêwendiyên Amerîka ligel Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin ku, Nêçîrvan Barzanî li bajarê Duhokê li gel berpirsê karûbarê balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê Berker civiya.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de têkiliyên Amerîka yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa giştî ya Iraqê, hilbijartin, pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan tekezî li ser giringiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û beşdariya bi yekdengî ya hemû alî û pêkhateyên siyasî di hilbijartinan de kirin.

Herwiha hat gotin ku Nêçîrvan Barzanî û David Berker li ser wê yekê li hev kirine ku aştî û aramî li Iraqê were parastin.

Di hevdîtinê de behsa pêkanîna destûr û sîstema federalî ya Iraqê, rewşa navçeyê bi giştî û gelek mijarên berjewendiyên hevbeş hatin gotûbêjkirin.