Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê axivîn

09 October 2024 19:22 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê axivîn

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Stephen Hitchen li Hewlêrê li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û hin mijarên din hevdîtinek pêk anîn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê de ragihand, “Her du aliyan tekezî li ser girîngiya lidarxistin û serkeftina hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo pêvajoya dengdanê xwest.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê her du alî hevnêrîn bûn ku pirsgirêk bi rêya diyalog û hevtêgihiştinê werin çareserkirin.”

Hate diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî hevtêgihiştina Hewlêr û Bexdayê wekî kilîta aramiya Iraqê nirxandiye.

Herwiha di civînê de, Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê rewşa Rojhilata Navîn û metirsiya zêdebûna aloziyan gotûbêj kirin û tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e aramiya herêmê were parastin û ji zêdebûna şer û aloziyan dûr were rawestan.