Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê pêvajoya avakirina hikûmetê gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hitchen kir. Di hevdîtinê de peywendiyên Hewlêr-London û herwiha hewlên avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Îro pênşemiyê (7ê mijdara 2024an) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Iraqê li Brîtanya Stephen Hitchen kir.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de mijarên weke “Peywendiyên Brîtanyayê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa niha ya herêmê” hatine gotûbêjkirin.
Balyozê Brîtanya Hitchen bi boneya serkeftîbûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurd kir û pêşkeftina pêvajoya hilbijartinan bilind nirxand.
Herwiha di civînê de behsa giringiya hevkariya di navbera aliyên siyasî û tedbîrên ji bo pêkanîna kabîneya bê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin.
Di berdewamiya daxuyaniya serokatiyê de tekez li ser wê yekê hat kirin ku her du alî li ser bihêztir kirina peywendiyên di navbera Brîtanya û Iraq û Herêma Kurdistanê de li hev kirin û ji bo çareserkirina kêşeyên heyî yên li Rojhilata Navîn divê Iraq dûrî aloziyan bên girtin.
Sefîrê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê Andrew Bizley jî di civînê de amade bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin