Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Brîtanyayê re çend mijarên girîng gotûbêj kir

07 May 2023 13:50 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Brîtanyayê re çend mijarên girîng gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 7ê Gulanê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson Richardson kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de, li ser pêşhatên dawî yên peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û hewl û gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pirsa hilbijartinan û rewşa Şingalê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Di civînê de, herdu aliyan bi erênî behsa pêşkeftin û li hev têgihiştina Hewlêr û Bexdayê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da kir û li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û li darxistina hilbijartinan di dema diyarkirî da hemfikir bûn.

Li ser rewşa Şingalê jî herdu aliyan tekez li ser girîngiya parastina aştî û aramiya navçeyê û rêgirtina li gotarên kîn û dubendiyê di navbera pêkhateyan da çêdikin kir û girîngiya bicihkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de ji bo asayîkirina rewşa Şingalê anîn ziman.

Di beşeke din a civînê de, pêwendiyên Brîtanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û çend pirsên din yên xwedî berjewendiyên hevpar hatin axaftin.