Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li ser çend mijarên girîng guftûgo kirin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson û şanda pê re kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtinê de, dawî pêşhatên rewşa siyasî, proseya hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê, guftûgoya aliyan ji bo pêngavên dahatî ya proseya siyasî û hilbijartina Serokkomar û pêkanîna hikûmetê, pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê û pêwendiyên Brîtanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatin guftûgokirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li girîngiya aramiya siyasî li Iraqê, hebûna baweriyê û têgihîştina hevbeş ya aliyan û pêkhateyan ji bo birêveçûna proseya siyasî û niha û dahatûyeke baştir bo welat kir.
Hat diyarkirin ku her du alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya yekhelwestî û yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Bexdayê û hêvî xwistin guftûgo û hewlên hêzên siyasî û têgihîştina hevbeş, aramiya siyasî bi dû xwe de bîne ku dostên Iraqê bi girîngî li guftûgoyên aliyên Iraqî dinêrin.
Balyozê Brîtanyayê li Iraqê pabendiya welatê xwe ji bo berdewamiya karkirina li gel Iraqê û Herêma Kurdistanê dubare kir û spasiya rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di proseya çaksazî ya Wezareta Pêşmerge de kir û berdewamiya piştevaniya welatê xwe ji bo yekxistina Pêşmerge nîşan da.
Herwiha pêşhatên ewlehiyê yên vê dawiyê, armanckirina baregehên şandên dîplomasî û aliyên siyasî li Bexdayê, rewşa Covid-19, pirsa koç û rewş navçeyê bi giştî, mijarên din ên civînê bûn ku Konsulê Giştî û Şêwirmendê Berevaniyê di Konsulxaneya Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê jî di civînê de amade bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin