Kazimî: Em sanaziyê bi pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê dikin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîna Encûmena Wezîran a Iraqê de pesnê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê da û got “Em şanazîyê bi pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê dikin.”
Encûmena Wezîran a Iraqê îro Pêncşemê bi serokatiya Serokwezîr Mistefa Kazimî civiya, ku ev civîn weke civîna dawî ya Encûmena Wezîran a Iraqê ya sala 2021ê bû.
Mistefa Kazimî di axaftina xwe de bal kişand ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rola hêzên Pêşmerge di têkoşîna dijî terorê de û got: “Pêwendiyên me ligel Herêma Kurdistana Iraqê, di serdema vê hikûmetê de gelek baş bû, ji wê dema 2003an ve û em şanazî bi van pêwendiyan dikin û aloziyên ku hebûn di wê astê de nebûn û gelek nêrînên me hebûn û me karî spas û hemd ji Xwedayê mezin re bi gotûbêj û avakirina regezên baweriyê, wan pêwendiyên aloz veguhezînin bo baştirîn pêwendî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin