Mesrûr Barzanî bi sanda Iraqê re civîya: Hikûmeta Kurdistanê ji bo hinardekirina petrolê amade ye
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 12ê Mijdarê li Hewlêrê ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Petrola Federal Heyan Ebdulxenî û şanda pê re civiya.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî civînê ragihand, di hevdîtinê de, herdu aliyan gotûbêj li ser tedbîr û pêngavên hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê dubare kir, ev jî di çarçoveya danîna têgihîştineke hevbeş de, bi arasteya cîbicîkirina pêdiviyên darayî û teknîkî yên proseya hinardekirinê û di çarçoveya pirensîp û girêbestên destûrî û rêzgirtina li desthilat û mafên destûrî yên hemû aliyan û dîtina çareyên guncaw ji bo dabînkirina nirxên maqûl ya berhemanîn û veguhestina petrola Herêmê, ku di bûdçeya federalî de hatiye terxankirin.
Serokwezîr Barzanî bibîr xist ku rawestandina hinardekirina petrolê, bûye sedema ziyana bi milyaran dolaran li xezîneya giştî û divê hinardekirin di zûtirîn demê de dest pê bike. Di vê derbarê de jî Wezîrê Samanên Sirûtî erkdar kir ku hevahengiya temam bi tîma Wezareta Petrolê ya Federal re bike ku biryar e çend rojan li Hewlêrê bimîne.
Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Petrolê yê Federal daxwaza Hikûmeta Federal a dubare destpêkirina hinardekirina petrolê nîşan da û ev daxwaz jî bi navê Serokwezîr û Hikûmeta Federal pêşkêş kir, ew bi riya peydakirina zemîneke libar di çarçoveya destûr û nehîştina astengiyên li pêşiya vê pêvajoyê.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin, di dawiya civînê de, herdu aliyan biryar da ku her du wezaret li ser gotûbêj û danûstandina hûrguliyên yasayî, darayî û teknîkî berdewam bin û çareseriyan pêşkêş bikin ji bo bigihin têgihiştinek hevbeş, bi armanca ku di zûtirîn dem de hinardekirina petrolê dest pê bike, ku dê roleke wê ya berçav di zêdekirina jêdera dahata giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û xerckirina ji bo berjewendiya giştî de hebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin