Sanda aborî ya Iraqê sibe li Hewlêrê bi Mesrûr Barzanî re dicive
PeyamaKurd - Civata Wezarî ya Aborî ya Îraqê Îro 6ê Îlonê bi Serokatiya Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re civiya û biryar e sibe jî şanda bilind a aborî ya Iraqê li Hewlêrê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî û endamên kabîneya Kurdistanê re bicive.
Li gorî zanyariyan wê di civîna sibe de gotûbêj li ser pirsên hevpar ên darayî yên navbera Hewlêr û Bexdayê bê kirin.
Hêjayî gotinê ye, roja Çarşemê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê danûstandin li ser amadekariyên lidarxistina civîna taybet a Civata Wezarî ya Aborî ya Federal kiribû ku li Hewlêrê bi rê ve biçe û girêdayî dozên hilawistî yên navbera wezaretên her du aliyan be.
Civata Wezîran ragihandiye, “Tevî pêşwaziya germ a Civata Wezîran li lidarxistina vê civînê li Hewlêrê, di heman demê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê civînê wekî derfeteke girîng dibîne ji bo ku ji nêz ve û rûbirû wezîrên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê danûstandinên cidî li ser dozên hilawistî yên navbera her du aliyan bikin, ku heta niha di hemû war û kertan de nehatine çareserkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin