Sanda Iraqê ji bo gotûbêjkirina pirsa avê li Hewlêrê ye
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê ji bo çareserkirina pirsa avê ya Kurdistan û Iraqê li Hewlêrê ye û dê bi Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê û aliyên din ên pêwendîdar re gotûbêjan bike.
Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Aun Ziyab û şandeke pê re derengiya şeva borî gihîştin Herêma Kurdistanê û li balafirgehê ji aliyê Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî ve hatin pêşwazîkirin.
Bêgerd Talebanî ragihand ku şanda mêvan di çarçoveya serdana xwe ya li Herêma Kurdistanê de, dê çend hevdîtinên hevbeş pêk bîne, bi armanca guftûgokirina dosyaya avê li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin