Sanda Iraqê li Hewlêrê ye: Pirsa hinardeya petrola Kurdistanê tê çareserkirin
PeyamaKurd - Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî û şande ligel wî îro 12ê Mijdarê gihîştin Hewlêrê û biryar e ji bo nû ve destpêkirina hinardeya petrola Kurdistanê bo derve danûsdandinan bi berpirsên Herêma Kurdistanê re bikin.
Şanda Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî, ji aliyê Wezîrê Samanên Sirûştî Kemal Mihemed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omîd Sebah û Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw ve hate pêşwazî hate kirin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî gotibû, serdana Wezîrê Petrola Iraqê li ser daxwaza her du serokwezîran e ku were Hewlêrê û pirsa petrolê bi Wezareta Samanên Sirûştî re çareser bike.
Mijara sereke ya civînan, têkçûna berhemanîna petrolê û rêkarên hinardekirina petrola Herêmê ye û ji bo vê pirsê, Wezîrê Petrola Iraqê dê du sê rojan li Herêma Kurdistanê bimîne.
Hêjayî gotinê ye, xeta boriya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ku petrola Kurdistanê bi rêya wê ji bo bendera Ceyhan a Tirkiyeyê tê hinardekirin, ji 25ê Adarê ve li ser daxwaza hikûmeta Iraqê hatiye rawestandin.
Her çiqas berpirsên hikûmetên Iraq û Tirkiyeyê amadehiya xwe ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê ragihandine jî heta niha hinardeya petrola Herêma Kurdistanê dest pê nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin