Nêçîrvan Barzanî balyozê mezin yê Tirkiyê yê Bexdayê qebûl kir

23 December 2021 01:32 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî balyozê mezin yê Tirkiyê yê Bexdayê qebûl kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serokê balyozên Tirkiyê yê Bexdayê Ali Rıza Güney û konsolosê Tirkiyê yê Hewlêrê Hakan Karaçay bi heyeta wan ve qebûl kir.

Her dû alî di hevdîtinê de li ser têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê rawestiyan. Pêvajoya siyasî ya li Iraqê, hilbijartinên parlementoya Iraqê, çareserkirina encama hilbijartinên Iraqê, avakirina hukumeta Iraqê ya nû û li ser êrîşên DEAŞ ê rawestiyan.

Her dû teref li ser pêşdebirina têkiliyên aborî û parastina îstîqrara herêmê bûn hemfikir. Pêşdeçûnên li herêmê û mijarên din hebûn ku li ser wan axifîn.