Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Balyozê Gistî yê nû yê Tirkiyê kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Giştî yê nû yê Tirkiyê li Hewlêrê Mewlûd Yakut kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji Balyozê Giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê Mewlûd Yakut ku ji bo destbikarbûna wî serdana wî kiribû, hêviya serkeftinê di erkê xwe de xwest û piştevaniya xwe jî nîşan da.
Yakut amaje bi wê yekê jî kir, ew kêfxweş e ku li Herêma Kurdistanê dest bi kar kiriye û got, ew hêvîdar in ku pêwendiyên welatê xwe bi Herêma Kurdistanê re pêş bixin.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên li herêmê jî hatin nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin