Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Balyozê nû yê Çîkê kir

17 December 2024 16:57 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Balyozê nû yê Çîkê kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 17ê Kanûnê pêşwaziya Balyozê nû yê Çîkê li Iraqê kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê nû yê Çîkê yê Iraqê (Komara Çek) Jan Shneidauf de, piştgirîya Herêma Kurdistanê ji serxistina karûbarên balyozê Çîkê hatiye nîşandan û ji bo karê wî yê nû pîrozbahî lê hatiye kirin.

Balyozê nû yê Çîkê, kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê diyar kir û bal kişand ser ku welatê wî bi girîngî ve li pêwendiyên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dinêre, ji bo wê yekê jî kar dikin ku di hemû waran de berdewamiyê bi pêwendiyan û alîkariyên hevpar ên navbera xwe bidin.

Di civînê de, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa Iraqê û geşedanên dawî yên herêmê jî hatin gotûbêjkirin. Di hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Çîkê li Herêma Kurdistanê amadehî kir.