Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Balyozê Brîtanya kir: Kilîla îstiqrarê hevfêmkirin e

06 June 2024 18:12 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Balyozê Brîtanya kir: Kilîla îstiqrarê hevfêmkirin e

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 6ê Hezîranê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hitchen û şanda pê re kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de, danûstandin li ser pêwendiyên Brîtanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa Iraqê bi giştî, hilbijartinên Perlamena Kurdistanê û rewşa navxwe ya Herêma Kurdisatnê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û danûstandinên çareserkirina kêşeyên di navbera wan de hatin kirin.

Hate diyarkirin, her du aliyan tekezî li ser berdewamiya danûstandinan ji bo çareserkirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê û parastina mafên hemû aliyan kir. Nêçîrvan Barzanî got, kilîla seqamgiriya Iraqê hevfêmkirina hevpar a Hewlêr û Bexdayê ye ji bo çareserkirina bingehîn a kêşeyan û bicihanîna wan a destûrî.

Herwiha her du alî li ser girîngiya hilbijartinên Perlamentoyaa Kurdistanê bi tevlîbûna hemî aliyan û pêkhatan di demeke guncaw a îsal de hevnerîn bûn.

Balyozê Brîtanyayê pesnê bizavên Serokê Herêma Kurdistanê yên ji bo lidarxistina hilbijartinên Perlamentoya Kurdistanê da.

Di beşeke din a civînê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê jî tê de amade bû, her du aliyan li ser geşedanên dawî yên deverê û çend pirsên ku ji bo her du aliyan girîng in dîtin û nerînên xwe bi hev guhertin.