Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Fransayê pêswazî kir
PeyamaKurd- Ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê yê Iraqê Eric Chevalier, duh li Hewlêrê civiyan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Eric Chevalier de li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de nirxandin hatine kirin.
Hat ragihandin ku herdu aliyan mijara budceyê haniye rojevê û aliyan diyar kiriye ku divê pirsgirêk li gorî destûra bingehîn û bi awayekî mayînde werin çareserkirin.
Her wiha hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî û Eric Chevalier divê çareseriya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê di berjewendiya herdu aliyan de be.
Li gorî hûrgiliyên hevdîtinê, aliyan di civînê de li ser mijarên wekî pêşvebirina pêwendiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê yên bi Fransayê re û berfirehkirina hevkariyan jî dan û stendin kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin