Nêçîrvan Barzanî pêswazî li balyozê nû yê Fransayê kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh êvarê 25ê Îlonê pêşwazî li Balyozê Fransa yê nû li Iraqê Eric Chevallier kir.
Di hevdîtina ku Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê jî amade bû de, Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûnê Balyozê Fransa yê nû li Iraqê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Di civînê de rewşa siyasî, proseya hilbijartinê û pêşbîniyên bê yên proseya siyasî li Iraqê, pêwendiyên Hewlêr – Bexda, metirsiyên DAIŞê û astengiyên li pêş Iraqê hatin guftûgokirin.
Her du aliyan daxwaza hevbeş a pêşvebirina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Fransayê re nîşan dan û hevnêrîn bûn ku Fransa û civaka navdewletî dikarin hevkar û alîkar bin ji bo çareserkirina pirsgirêkan û parastina aramiyê li Iraqê ku dê bandora wê ya erênî li ser aramî û ewlehiya navçeyê jî hebe.
Herwiha derfeta veberhênan û sermayeguzariya zêdetir a Fransa li Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa Sûriyê û navçeyê bi giştî, mijarên din ên civînê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin