Nêçîrvan Barzanî li gel Balyozê Fransayê civiya

17 March 2025 09:01 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî li gel Balyozê Fransayê civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Durel kir û di wê hevdîtinê de pêwendiyên Fransa ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de bi taybetî rewşa Sûriyê û parastina aramiya herêmê hate gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de behsa bihêzkirina hevkariyên navbera Fransa, Iraq û Herêma Kurdistanê di warên cuda de hatiye kirin.

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya Fransa ji bo Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser wê yekê kir ku divê di hemû waran de pêwendiyên xwe zêdetir pêş bixin.

Balyozê Fransayê Patrick Durel kesên di kîmyabarana Helebce de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û diyar kir ku welatê wî wê bi biryardarî li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê û Iraqê berdewam be.

Ji aliyeke din ve jî diyar kir ku Fransa rola Herêma Kurdistanê û Iraqê di parastina aramiya navçê de bilind nirxand.

Balyozê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yann Brem jî beşdarî civînê bû.