Nêçîrvan Barzanî bi balyozê Fransayê re civiya

27 November 2023 16:52 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi balyozê Fransayê re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê û balyozê nû yê Fransayê yê li Herêma Kurdistanê Dr. Yann Braem li Hewlêrê civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser vê hevdîtinê daxuyaniyek ragihand.

Li gorî vê daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ew dê ji bo erkê wî yê nû piştgiriyê bidin Dr. Yann Braem.

Nêçîrvan Barzanî herwiha destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Fransayê re xurttir bike.

Dr. Yann Braem jî kêfxweşiya xwe ya ji ber vî erkê xwe anî zimên û behsa hevkariya Herêma Kurdistanê û Fransayê ya di qadên cuda de kir.

Dr. Yann Braem diyar kir ku ew bi biryar e dostanî û hevkariya di navbera her du aliayan de bi pêş bixe.

Li aliyê din, her du aliyan di hevdîtininê de rûdanên dawiyê yên li herêmê jî nirxandin.