Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Fransayê yê li Iraqê re civiya

10 October 2022 09:33 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Fransayê yê li Iraqê re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi Balyozê Fransayê yê li Iraqê re civiya û di civînê de her du aliyan pêşhatên herî dawî yên li Iraqê û peywendiyên Parîsê yên bi Bexda û Hewlêrê re gotûbêj kirin.

Seroaktiya Herêma Kurdistanê diyar kir, do Yekşemê 09.10.2022 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê Eric Chevalier kir.

Hat ragihandin ku di civînekê de her du aliyan pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê, têkiliyên Fransayê yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pirsa paşxistina hilbijartinan û rewşa herêmî bi giştî gotûbêj kirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Her du aliyan girîngiya parastina aramî û seqamgîriya siyasî û emnî ya Iraqiyan ya ji bo seqamgîriya tevahiya Iraqê bi pêdivî zanî û tekez li ser pêkvekarkirina aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê ji bona derbaskirina dijwarî û gefên vê qonaxê kirin ku ji bona vê yekê jî divê hemû alî diyaloga avaker û li hevtêgihiştina hevbeş ji xwe re bikin bingeh.”

Di berdewamiyê de Serokatiya Herêma Kurdistanê daye zanîn: “Her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku Iraqî hêjayî jiyan û paşerojeke baştir in û dikare bi alîkarî û hevkariya dost û civaka navdewletî pirsgirêkan çareser bikin û dijwariyan derbas bikin. Herwiha behsa girîngiya hewlên Serok Macron û Fransayê yên ji bo alîkarîkirin û handana aliyên Iraqê ji bo li hevtêgihiştin û rêkeftina ji bona çareserkirina pirsgirêkan hat kirin.”

Di hevdîtinê de behsa rewşa Şingalê û rewşa Kurdên Êzîdî û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî hat kirin.

Herî dawî têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û girîngiya berdewamiya diyaloga di navbera wan ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan, berfirehkirin û pêşxistina têkiliyên Fransayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê çend mijarên din yên hevdîtinê bûn ku Balyozê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê tê de amade bû.