Serok Barzanî pêswazî li balyozê nû yê Komara Çîkê kir

22 November 2021 15:21 0 dîtin
Serok Barzanî pêswazî li balyozê nû yê Komara Çîkê kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Duşemê li Selahedîn pêşwazî li balyozê nû yê Komara Çîkê yê li Iraqê Pîter Stêpanêk kir.

Di civînê de behsa pêwendiyên dîrokî yên gelê Kurdistanê û Çîkê hat kirin û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Çîkê di warên aborî, kulturî û akademîk de hat kirin.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinên Iraqê hat kirin û her du aliyan hêvî xwastin ku encamên hilbijartinan bibe sebeba guhertinên baş li Iraqê û bicîhatina aramî û daxwaziyên xelkê.

Di dawiyê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo balyozê nû yê Çîkê xwest.