Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Balyozê Qeterê kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 27ê Sibatê li paytext Hewlêrê bi Balyozê Bexdayê yê Qeterê yê nû Sultan Bin Mubarek el-Kubeysî re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de Nêçîrvan Barzanî di erka nû de, serkeftin ji balyozê Qeterê re xwestiye û ew pîroz kiriye.
Balyozê Qeterê daye xuyakirin ku deriyê welatê wî ji Iraq û Kurdistanê re her vekiriye û dixwazin pêwendiyên xwe di warên cuda de bipêştir bixin.
Balyozê Qeterê gotiye, ew dixwazin di warên aborî, çandî û veberhênanê de, hevkariya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê zêdetir bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin