Serok Barzanî pêswazî li Balyozê Qeterê kir: Li Hewlêrê konsulxaneya Qeterê tê vekirin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 12ê Tîrmehê pêşwazî li Balyozê Qeterê yê li Iraqê Xalid Bin Hemed El Silîtî kir.
Baregeha Barzanî da xuyakirin ku di hevdîtinê de pêwendiyên navbera welatê Qeterê, Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.
Di civînê de li ser girîngiya pêwendiya di navbera welatê Qeter-Iraq û Herêma Kurdistanê de danûstandina bîr û ramanan hate kirin û Balyozê Qeterê daxwaza welatê xwe ya ji bo vekirina konsolxaneya li bajarê Hewlêrê ji Serok Barzanî re anî ziman.
Serok Barzanî pêşwazî li pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan û vekirina konsulxaneya Qeterê li bajarê Hewlêrê kir.
Hate ragihandin ku di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya herêmê bi giştî jî hatiye axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin