Serok Barzanî pêswazî li balyozê Qeterê yê li Iraqê kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê Qeterê yê Iraqê Xalîd Hemed El Silîtî kir.
Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî, derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn weha ye:
Roja şemî 28.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Xalîd Hemed El Silîtî Balyozê Qeter li Iraqê kir.
Li vê hevdîtinê de Balyozê Qeter li Iraqê pêzanînên xwe ji bo wan pêşveçûnên li Herêma Kurdistanê da li warê aborî û geşbûnê pêkhatine hebû û tekez jî li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Qeter û Herêma Kurdistanê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin