Nêçîrvan Barzanî, Konsulê Gistî yê Amerîkayê pêswazî kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji Serokoatiya Herêma Kurdistanê hatin ragihandin, Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Hewlêrê Irvin Hicks, ji bo xatirxwestinê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî, li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya xizmet û erka Hicks kir û ji bo baştirkirina pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de hêviya serkeftinê ji bo wî û erka wî ya nû xwest.
Hat diyarkirin ku Irvin Hicks jî kêfxweşiya xwe ya ji bo karkirina li Herêma Kurdistanê nîşan da û spasiya alîkarî û piştevaniya Nêçîrvan Barzanî û saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir.
Hat destnîşankirin ku dîplomatê Amerîkî, di dawiya axaftina xwe de ji bo gelê Herêma Kurdistanê hêviya serkeftinê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin