Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Konsulê nû yê Amerîkayê kir

14 August 2024 15:48 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Konsulê nû yê Amerîkayê kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 14ê Tebaxê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê nû li Herêma Kurdistanê Stephen Bitner kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di hevdîtinekê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo destbikarbûnê pîrozbahî li Stephen Bitner kirk û jê re serkeftin xwest.

Nêçîrvan Barzanî, daxwaza Herêma Kurdistanê ya berdewamkirina alîkariyên hevpar û pêwendiyên bi Amerîkayê re tekez kir.

Di civîna ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê berê Mark Straw jî amade bû de Nêçîrvan Barzanî spasiya konsulê berê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Wî jî ji aliyê xwe ve spasiya alîkarî û piştgiriya aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo biserxistina erkê wî diyar kir.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê nû di hevdîtinê de, berdewamiya piştgirî û hevparî û hevpeymaniya welatê xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re nîşan da. Her du aliyan bal kişandin ser girîngiya hilbijartinên Parlamena Kurdistanê û hêvî xwestin ku proseya dengdanê bi awayekî serkeftî derbas bibe.