Nêçîrvan Barzanî, Konsulê Amerîkayê pêswazî kir
PeyamaKurd- Ji Serokatiya Herêma Kurdistanê hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro pêşwaziya Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê kir.
Hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî, Konsulusê Amerîkayê yê Hewlêrê Mark Straw û şanda ligel wî pêşwazî kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiyê, di civînê de li ser bûyer û pêşhatên dawî yên rewşa aloz a deverê û êrîşkirins ser hêzên Amerîkî û hevpeymanan her wiha hemahengiya ewlekariyê ya navbera Bexda û Hewlêrê nirxandin hatine kirin.
Hat diyarkirin ku herdu alî digiraniya xwe ya li hember hegera berfirehbûna aloziyên heyî û bandorên wan li ser Rojhilata Navîn diyar kir û tekezî li ser girîngiya parastina hêzên hevpeymanan û nûneratiyên dîplomatîk ên li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Her wiha hat ragihandin ku di civînê de aliyan bal kişandin ser girîngiya hemahengiya hevbeş a ewlekariya di navbera Hewlêr û Bexdayê ya ji bo parastina ewlekariya deverê û li ser van mijaran guftûgo kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin