Nêçîrvan Barzanî, Balyoza Amerîkayê û sanda ligel wê pêswazî kir

02 November 2022 16:00 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî, Balyoza Amerîkayê û sanda ligel wê pêswazî kir

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, Balyoza Amerîkayê ya Iraqê û şanda ligel wê qebûl kir. Li ser naveroka civînê hat ragihandin ku li ser rewşa siyasî û herêmî û pêwendiyên dualî guftûgo hatine kirin.

Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowski û şanda dîplomatîk û leşkerî ya Amerîkî, serdana Serokatiya Herêma Kurdistanê kir û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, hevdîtinek pêk hanî.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêşhatên siyasî yên li Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatine nirxandin û li ser girîngiya destnîşankirina karên pêşîne yên hikûmeta Iraqê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî tekezî hatiye kirin.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, aliyan li ser pêkhatina hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo kirine ku ev ji bo çareserkirina pirsgirêkan derfet e û dikare ji bo aştî û aramiya li welêt kar bike lewra ev yek jî dê bike ku bandora xwe li aramiya tevahiya navçeyê bike.

Li ser hûrgiliyên hevdîtinê hat eşkerekirin ku aliyan li ser girîngiya peywendiyên hevseng ên Iraqê yên ligel welatên cîran û navçeyê tekezî kirine û li ser mijarê hevnêrîn bûne ku hikûmeta nû ya Iraqê ji bo çêkirina jîngeheke guncaw xwedî derfet e ku veberhênanan bide û sermayadarên biyanî û sektora taybet ber bi xwe ve bikişîne da ku beşdarî proseya geşepêdana welêt bibin.

Hat eşkerekirin ku di civînê de li ser pêwendiyên Amerîkayê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê jî guftûgo hatiye kirin û hat zanîn ku aliyan li ser berfirehkirina hevkarî û peywendiyên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê tekezî kirine.

Her wiha hat zanîn ku Balyoza Amerîkayê, li ser proseya çaksazî, yekxistina Pêşmerge, piştevanî û hevkariya welatê xwe ya ji bo biserxistina wê proseyê jî destnîşan kiriye.

Di dawiya civînê de jî pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û danûstandin û hewilên çareserkirina pirsgirêkan, her wiha çarserkirina pirsgirêkên li ser neft û gazê yên ligel Bexdayê jî hatine nirxandin û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û girîngiya kêmkirina aloziyan, guhertina keşûhewayê, çaksaziyên aborî, rewşa navçeyê ya giştî û çend mijarên din jî hatine nirxandin.