Nêçîrvan Barzanî dema pêswazîya sanda Îmraliyê bi Ahmet Turk re jî axivî

17 February 2025 18:00 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî dema pêswazîya sanda Îmraliyê bi Ahmet Turk re jî axivî

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, dema civîna şanda Îmraliyê berdewam dikir bi rêya telefonê ligel Ahmet Turk jî axivî.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de bi telefona Sirri Sureyya Onderê endamê şanda Îmraliyê bi Ahmet Turk re bi rêya telefonî axivî.

Hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî di civînê de pirsa Ahmet Turk kiriye û endamên şandê jî ragihandine ku Ahmet Turk hem ji ber pirsgirêkên tenduristiyê û hem jî ji ber qedexeya derketina derveyî welêt nekariye beşdarî civînan bibe.

Li ser vê jî Nêçîrvan Barzanî bi telefonê ligel wî axivîye û pirsa rewşa wî ya tenduristiyê kiriye.

Hêjayî gotinê ye, piştî hevdîtina îro 17ê Sibatê ya şanda DEM Partiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand, Nêçîrvan Barzanî piştevaniyeke tam daye proseya Îmralîyê û daxwaz kiriye PKK û Qendîl jî bangewaziya tê çaverêkirin ya Abdullah Ocalan, bi awayekî cidî û stratejîk binirxînin.