Nêçîrvan Barzanî: Di vê dema zor de dilê me bi gelê Îranê re ye

19 May 2024 23:05 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Di vê dema zor de dilê me bi gelê Îranê re ye

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku tê payîn helîkoptera wî ketiye de daxuyaniyek da.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û got, "Ez bi fikariyeke mezin nûçeyên ketina helîkoptera Serok Reîsî dişopînim."

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de hêviya xwe ya ji bo encama vê karesata ne diyar bi xweşî be anî ziman û got: “Ez ji xwedê hêvî dikim ku ew û hevalên wî sax bin. Dilê me ji wan re dişewite û em ji xwedê saxiya wan niyaz dikin. Di vê dema dijwar de dil û ramanên me bi serkirde û gelê dost û cîranê me Îranê re ne."