Nêçîrvan Barzanî: Soresa Gulanê serhildana azadî û serfiraziya gelê Kurd bû

26 May 2024 12:07 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Soresa Gulanê serhildana azadî û serfiraziya gelê Kurd bû

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê û  Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, bi boneya 48emîn Salvegera Şoreşa Gulanê peyamek belav kir û tê de ragihand: “Şoreş, serhildaneke bi rûmet a neteweyekê bû ji bo azadî û serfiraziyê de.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Em îro 48. salvegera Şoreşa Gulanê bi bîr tînin, em bejna xwe li ber giyanê pak ê şehîdan ditewînin û wan bi rêzdarî bibîr tînin. Silav li hemû Pêşmerge, kadro û hemû wan qehreman û mêrxasên ku bi her şêweyekî di nava refên şoreşê de xebat kirine.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Şoreşa Gulanê serhildaneke birûmet a miletekî bû ku amade bû canê xwe ji bo azadî û serfiraziyê feda bike. Di Şoreşa Gulanê de gelê Kurdistanê îspat kir ku ew ti carî kol nade û peyam û armanca Şoreşa Mezin a Îlonê ya bi rêbertiya Barzaniyê nemir heta serkeftinê berdewam e.”

Nêçîrvan Barzanî bi bîr xist, “Kombûna hêz û aliyên Kurdistanî li dor armanceke bilind, berhema Şoreşa Gulanê bû, ku di dawiyê de bû sedema serkeftina serhildana Adara 1991ê, azadî, federalî û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.”

Cîgirê Serokê PDKê destnîşan kir: “Di vê bîranînê de, em tekezî li ser xebat û hevtêgihiştin û pêkveyîyê dikin ku niha û paşerojeke baştir ji gelê Kurdistanê re misoger dike.”