Serok Barzanî: Destkeftên Soresa Gulanê berhema hemû soresên gelê Kurdistanê ye

26 May 2024 11:02 0 dîtin
Serok Barzanî: Destkeftên Soresa Gulanê berhema hemû soresên gelê Kurdistanê ye

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi boneya 48emîn Salvegera Şoreşa Gulanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Barzanî got: ew destkeftên bidest ketine berhema xwîna şehîdan, êş û xebat û keda gel, Pêşmerge û xebatkarên şoreşa Gulanê û hemû şoreşên gelê Kurdistanê ye.

Serok Barzanî di peyama xwe de ev tişt anîn ziman:

“Bi navê Xwedêyê bexşinde û mehrîban

Şoreşa Gulanê qonaxeke girîng a dîroka gelê me û ezmûneke giranbuha ya berxwedan û rabûna gelê Kurdistanê ye. Di rewşa piştî nisko û koçberiyê de û di bin zextên cuda yên neyaran de, Şoreşa Gulanê bi planeke hûr û baweriyeke bilind hate destpêkirin.

Şoreşa Gulanê ku hilgirê nirx û armancên Şoreşa Mezin a Îlonê bû, peyamek zelal da hemû nehez û neyarên gelê Kurdistanê ku tevî hêz û zordariya dijminan û hebûna plangêriyên cuda jî, gelê Kurdistanê xwe nada dest û kurên wî têkoşîna xwe derbasî qada têkoşînê ya rastî ku xaka pîroz a Kurdistanê ye, bikin.

Di 48emîn salvegera Şoreşa Gulanê de, silav li giyanê yekem şehîdê Şoreşa Gulanê Seyîd Ebdulah Hacî Omeranî û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê dişînin û wan têkoşer û qehremanan ti carî ji bîr nakin ku di xebata Pêşmergayetî û partîtî û xebata nêhênî ya nav bajar û li koçberiyê de, rola wan hebû û qurbanî dan û dirok ji gelê xwe dirust kirin.

Ev destkeftên ku bi dest ketine, berhema xwîna şehîdan, êş û keda gel, Pêşmerge û xebatkarên Şoreşa Gulanê û hemû şoreşên gelê Kurdistanê ne.

Mesûd Barzanî

26ê Gulana 2024”