Serok Barzanî: Soresa Gulanê gonaxeke girîng a berxwedana Pêsmerge û gelê Kurdistanê ye

26 May 2022 11:54 0 dîtin
Serok Barzanî: Soresa Gulanê gonaxeke girîng a berxwedana Pêsmerge û gelê Kurdistanê ye

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî peyamek ji bo 46emîn salvegera vêketina Şoreşa Gulanê belav kir û di peyama xwe de diyar kir: Şoreşa Gulanê gonaxeke girîng a berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistanê ye.”

Serok Barzanî di peyama xwe de eşkere kir: “Şoreşa Gulanê gonaxeke girîng a berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistanê ye. Ev şoreş, berdewamî û hilgirê peyam û armancên Şoreşa Mezin a Îlonê bû. Vê şoreşê çespand ku eger di qonaxekê de xebata gelê Kurdistanê ji bo demeke kurt rastî westanê hatibe, lê belê têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê ti carî neşikiya û bi henase û hêzeke nû ji bo gihîştina bi azadiyê berdewam dibe. Ev azadî û destkeftên niha hene, berhemên xwîn û qurbaniyên gelê me di Şoreşa Gulan û tevahiya şoreşên din in.”

Di berdewamiyê de Serok Barzanî da zanîn: “Di çil û şeşemîn salvegera Şoreşa Gulanê de, pêzanîna min ji bo hemû têkoşer, Pêşmerge, rêxistinên navxwe û ew niştimanperweran heye yên ku bi fîdekarane madîbûn û koçberî hilbijartin, qurbanî dan û bûne beşek ji şanaziyên gelê me.”

Herwiha Serok Barzanî de got: “Di vê bîranîna pîroz de, silavê ji giyanê yekem Şoreşa Gulanê, şehîd Seyid Ebdulla Hacî Omeranî û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re dişînim û her wiha silav li xweragirî û qehremaniya Pêşmerge ku bi xwîn û qurbaniyên xwe, serfirazî ji gelê me re aniye.”