Serok Barzanî: “Soresa Gulanê nîsan da ku îrada Kurd ti carê nasikê”

27 May 2021 00:11 0 dîtin
Serok Barzanî: “Soresa Gulanê nîsan da ku îrada Kurd ti carê nasikê”

PeyamaKurd – Bi sedema salvegera 45 em ya Şoreşa Gulanê, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamekî belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Şoreşa Gulanê ku temamê armanc û peyamên şoreşên berê yên Kurd di nav de ye, bo temamê dijminan îsbat kir ku îrada xelkê Kurd ya azadîxwaz û şoreşger ti carê naşikê.”

Barzanî di peyama xwe de got ku şoreşa Gulanê ji aliyê berxwedana xelkê Kurdistanê, rêxistinê û car din sekna wan li ser lingên xwe nîşan dide û tecrubeyekî zahf dewlemende. Piştî şoreşa êlûne xelkê Kurd bi gelek zor û zahmetiyan re rû bi rû maye û tam di wê wextê de Şoreşa Gulanê bi plan û bi ewlehî destpêkiriye. Serok Barzanî weha dewam dike:

“Şoreşa Gulanê di heman wextê de, tevî komployên xurt, tehdîd û astengan, bo temamê dijminên xelkê Kurdistanê nîşan da ku xelkê Kurdistanê xwediyê îradeyeka têkoşere, wê li hemberê zilm û neheqiyê raweste û vê îradeyê bibe ser xaka pîroz ya Kurdistanê.

Şoreşa Gulanê di 26 ê gulana 1976 an de li Hacî Umranê bi tevgera Pêşmerge destpêkir û şehîdê me yê ewilî Seyîd Abdullah bû. Di salvegera 45 em ya Şoreşa Gulanê de, temamê şehîdên Şoreşa Gulanê, temamê şehîdên Kurd û Kurdistanê bi rêz bibîrtînim. Em dibêjin azadî û destkeftiyên xelkê Kurdistanê bi xêra xwîna şehîdên me ne û bi xêra wan bedelên ku dane ne.

Bi vê wesîlê, di têkoşîna Pêşmerge de, di xebatên partiyê de, di xebata bi dizî ya li bajaran de, bi têkoşîna di wexta sirgûnê de, herkesê şoreşger yên ku ciyên xwe girtine, ez keda wan qehremanan pîroz û bi qiymet dibînim.”