Serok Barzanî ji nûnerên pêkhateyên Kerkûkê re rêya çareseriya kêseyan nîsan da

14 September 2023 18:13 0 dîtin
Serok Barzanî ji nûnerên pêkhateyên Kerkûkê re rêya çareseriya kêseyan nîsan da

PeyamaKurd - Serok Barzanî îro 14ê Îlona 2023an li Selahedîn pêşwazî li nûnerên pêkhateyên cuda yên parêzgeha Kerkûkê kir.

Serok Barzanî di civînê de, tekezî li ser pêkvejiyan û biratiya navbera pêkhateyên Kerkûkê kir û got, pêwîste kêşe û alozî bi rêya diyalogê û li gor yasa û destûrê bêne çareserkirin.

Beşdarên civînê fikr û ramanên xwe li ser bûyerên demên dawî yên Kerkûkê û rewşa giştî ya Kerkûkê û metirsî û gefên li ber aramî û pêkvejiyana parêzgeha Kerkûkê pêşkêş kirin.

Di civînê de Serok Barzanî ronahî xist ser rewşa Kerkûkê û tekezî li wê yekê kir ku Kerkûk bajarê pêkvejiyan û biratiyê ye û divê hemû alî di îdarekirin û avakirina siberoja wî bajarî de beşdar bin û wek pêwîst jî dibîne ku kêşe û girift bi rêya diyalog û li gor yasa û destûrê werin çareserkirin.