Serok Barzanî pêswaziya sandeya hevbes a Ereb û Tirkmenên Kerkûkê kir
PeyamaKurd - Serok Barzanî pêşwaziya şandeya hevbeş a Fraksiyona Ereb û Tirkmenan a encumena parêzgeha Kerkûkê kir.
Di şandeya ku bi serokatiya Şêx Xemîs Xancar de hejmarek parlamenter û berpirsên siyasî jî hebûn.
Serok Barzanî, îro, li Selahedînê pêşwaziya şandeya hevbeş a Fraksiyona Ereb û Tirkmen a encumena parêzgeha Kerkûkê û hejmarek parlamenter û berpirsên siyasî ya bi serokatiya Şêx Xemîs Xancar kir.
Di civînê de li ser rewşa siyasiya Iraqê û bi taybetî jî li ser rewşa Kerkûkê û hewlên çareserkirina pirsgirêka pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê, hilbijartina parêzgarê Kerkûkê û diyarkirina postên din ên reveberiyên Kerkûkê hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê çareserî, di çarçoveya lihevkirina niştimanî de li ser rêzgirtina mafên hemû pêkhateyên Kerkûkê, di xizmeta parastina aştî û aramiya bajêr, xizmetkirina welatiyan û vejandina Kerkûkê de be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin