Serok Barzanî pêswaziya sandeya HUDA PARê kir

26 February 2025 13:47 0 dîtin
Serok Barzanî pêswaziya sandeya HUDA PARê kir

PeyamaKurd – Serok Barzanî îro Çarşemê (26.02.2025) li Selahedînê pêşwaziya Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û şandeya pê re kir.

Di hevdîtinê de li ser pêvajoya  aşitiyê ya di navbera Hikûmeta Tirkiyeyê û Ocalan de û gavên ku ji bo çareseriyê bên avêtin, gotûbêj hatin kirin.

Herwiha tekezî li ser giringiya piştgirî û hemahengiya di navbera aliyan de ji bo serxistina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê û gihîştina bi çareseriyê hat kirin.