Serok Barzanî pêswaziya Serokê Gistî yê HUDA-PARê Yapicioglu kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî li Hewlêra paytext pêşwaziya Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu kir.
Heyeta ku di nav de Yapicioglu û Wekîlê HUDA-PARê Serkan Ramanli jî hebû, ji bo ku têkiliyên cuda pêk bînin hatin Herêma Kurdistanê.
Yapicioglu li Selahaddîn (Pirmam) bi Serok Mesûd Barzanî re civiya.
Derbarê naveroka civînê de Yapicioglu di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X de wiha got: “Me li Hewlêrê bi Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Civîneke berhemdar bû ku me tê de têkiliyên dualî û geşedanên herêmî nirxand. Ez spasiya cenabê Serok dikim ji bo pêşwazîkirin û mêvanperweriya wan."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin