Serok Barzanî pêswaziya Konsolê Gistî yê Holandayê yê li Hewlêrê kir

05 March 2025 15:01 0 dîtin
Serok Barzanî pêswaziya Konsolê Gistî yê Holandayê yê li Hewlêrê kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê (05.03.2025) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Holanda yê li Hewlêrê Adrian Eiselstein kir. 

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de konsol Adrian Eiseltein bal kişand ser rola sereke ya Serok Barzanî ya di dîroka siyasî ya Iraq û herêmê de û herwiha hewlên wî yên ji bo peydakirina aramiya Herêma Kurdistanê.

Wî giringiya Herêma Kurdistanê da zanîn û amadehiya welatê xwe ji bo bihêzkirina peywendiyên di warên cuda de bi taybetî jî di warên çandinî, geştyarî û parastina jîngehê de dupat kir.

Serok Barzanî spasiya gel û hikûmeta Holanda kir ku di demên dijwar de piştevaniya bênavber a gelê Kurdistanê kirine. Her weha destxweşî li hevkariya hêzên leşkerî yên Holendayê jî kir ku di şerê li dijî DAIŞê de, di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî de, piştevaniya Pêşmergeyên Kurdistanê kirine. 

Serok Barzanî tekezî li ser berfirehkirina peywendiyên dîplomatîk, aborî û çandî yên di navbera gelê Kurd û Hollandayê de kir.

Her du aliyan gotûbêj li ser rewşa siyasî ya Iraqê, geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kirin. 

Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku ew ê piştgirê hemû hewlên aştiyê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bin.