Serok Barzanî pêswaziya konsulê gistî yê nû yê Almanyayê li Hewlêrê kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, do roja 23yê cotmehê pêşwaziya konsulê giştî yê nû yê Almanyayê li Hewlêrê Albrecht von Wittke kir.
Di hevdîtinê de konsulusê giştî yê Almanyayê li Hewlêrê pîrozbahî li Serok Barzanî kir ji ber birêveçûna serkeftî ya hilbijartinên dewra şeşem a Parlamentoya Kurdistanê û ew yek weke gaveke girîng a qonaxeke nû ya jiyana siyasî ya Kurdistanê wesif kir.
Li ser rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraq û herêmê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de û her wiha li sergavên piştî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna Parlamentoya Kurdistanê, nêrîn û fikrên xwe yên derbarê hikûmeta nû de li gel Serok Mesûd Barzanî par ve kirin.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî daxwaz ji konsulê nû yê Almanyayê li Hewlêrê kir ku di warê bicihanîn erka wî ya nû de hêviya serkeftinê jê re kir û xwest ku peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê zêdetir geş bibin û bi pêş bikevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin