Serok Barzanî pêswaziya Konsulê Gistî yê Qeterê dike
PeyamaKurd - Îro, di 15ê Mijdara 2023an de, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmam a Hewlêrê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Qeterê Husên Elî Salih Fezale kir.
Di wê hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê silavên Mîr û Serokwezîrên Qeterê genahdin Serok Barzanî û dilxweşiya xwe ji bo destpêkirina karê xwe li Herêma Kurdistanê diyar kir.
Husên Elî Salih Fezale, ragehand ku dê ji bo arîkarî û hevahengiya warê vejandinê û jêrxaneya aborî û pêşxistina peywendiyên herdû aliyan xebatê bike.
Serok Barzanî jî pîrozbahî û destxweşî li Konsulê Giştî yê Qeterê kir û pêşwaziya bilindkirina astê peywendiyên diplomasî di navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê de ragihand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin