Serok Barzanî pêswaziya Konsulê Gistî yê Îmarata Erebî yê li Hewlêrê kir
PeyamaKurd – Hat zanîn ku Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî (Îmarat)ê yê li Hewlêrê, Ehmed Îbrahîm Zahirî kiriye.
Di daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî de hatiye ku Serok Barzanî îro çarşemê (30ê cotmeha 2024an) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Îmaratê yê li Hewlêrê, Zahirî kiriye ku bi minasebeta bidawîhatina erka xwe serdana Serok Barzanî kir.
Hat zanîn ku Serok Barzanî spasiya hewlên Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî yê li Hewlêrê kiriye di dema erka wî de û hêviya serkeftinê di erka wî ya nû de jê re xwest.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de tekezî li ser pêşxistina peywendiyên navbera gelê Kurdistanê û gelê Îmaratê jî hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin