Pîrozbahiyên Newroza Akrê dest pê kir: Serokwezîr Barzanî û gelek nûnerên welatan besdariyê dikin

20 March 2024 17:58 0 dîtin
Pîrozbahiyên Newroza Akrê dest pê kir: Serokwezîr Barzanî û gelek nûnerên welatan besdariyê dikin

PeyamaKurd – Pîrzobahiyên Newrozê yên Akrê ku zêdetirî 40 balyoz, konsul û nûnerên biyanî beşdariyê dikin, bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî dest pê kirin.

Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, îro (Çarşem, 20.03.2024) seet 06:00, bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmareke zêde ya balyoz û konsulên giştî û şandî û diplomatên welatan li Îraq û Herêma Kurdistanê, kernevala cejna Newrozê li qezaya Akrê bi rê diçe.

Mesrûr Barzanî peyameke pîrozkirina Newrozê jî belav kiribû û gotibû: “Newroz ji bo gelê Kurdistanê her tim bûye sembola serkeftin, azadî, rawestana li ber stemkr û zordaran û destpêka serdemeke nû.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Bi boneya hatina cejna Newrozê û sersala nû ya kurdî 2724an, germtirîn pîrozbahîyê pêşkeşî hemû Kurdistaniyan dikim, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman, hêzên asayişa navxwe, malbatên şehîdan û qurbaniyên Enfalê û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.”

Mesrûr Barzanî: Newroz her dem ji bo gelê Kurdistanê bûye...